H’emû nûçeSereke

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr li “Bajar’ê înjênêrî”-yê qesidîye

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr t’evî wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê Davît’ Tonoyan û wezîrê têxnologîyayên bilind Hakob Arşakyan li “Bajar’ê înjênêrî”-yê qesidîye.Cêrge progiramên têxnîkîye bi k’emala leşkerî hatine r’aberkirinê û paşê nasîya serekwezîr dane xebatên çêkirina aparatên ku hewê didine p’işikên meriva.Wek’îlên asosîyasîya înjênêrîyê gotine,wekî ew niha li ser pr’ojeyên çêkirina aparatên hewêye nû dixebitin û ewê pêşnîyarên konkrêt r’aberî wezîreta têxnologîyayên bilind bikin.Bi wê yekêva t’evayî hatîye dîyarkirinê,wekî p’êşekzan bi açixî dikarin wan aparatên ku naxebitin, careke mayîn çê bikin. P’aşînyanê serekwezîr xebatên înjênêrên ermenî girîng h’esab kirîye û gotîye,wekî h’ukumatê sirîya xweda piştgirîyê bide mîyaserkirina bernamên k’ardar.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button