H’emû nûçe

Yektîya Avropayê wê 92 mîlîon yêvro bona piştgirîya h’ewcetîyên lez û we’dekurt bide Ermenîstanê

Çawa ku h’evtîya derbazbûyî hatibû dîyarkirinê,wekî bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê Yektîya Avropayê wê piştgirîyê bide Ermenîstanê. Usa jî hatîye r’agîhandinê,wekî bi t’omerî hildayî Yektîya Avropayê wê 92 mîlîon yêvro bona piştgirîya h’ewcetîyên lez û we’dekurt bide Ermenîstanê. Ew mecal wê bona k’ir’îna dem û dezgehên doxtirîyê, hazirkirina t’eşkîla doxtira û laboratorîya, piştgirîya civaka k’aramend û merivên ji koronavîrûsê zyanêk’etî bêne xerckirinê. Bersiva Yektîya Avropayê anegorî nêzîkbûna wa gotî “k’oma avropî”-ye,ew bona wê yekêye, ku h’emû înstîtûtên wêye învêstîsîyon û welatên avropî û îdarên fînansî t’evî wê yekê bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button