Hêzên T’irk’îyayê bajar’ê T’el R’ifatê, yê li bakûrê H’elebê, yê ku bin kontrola eskerê Sûrîyayêdane, dane ber t’opa.Derheqa wê yekêda ajansa SANA-ê r’agîhandîye û daye dîyarkirnê,wekî r’ûê wê yekêda çend mal zyanê k’etine, lê derheqa zyank’êşada înformasîya t’une.Ajansê r’agîhandîye,wekî t’opbarandin ji alîyên E’zazê û E’frînê hatîye mîyaserkirinê, yên ku bin kontrola T’irk’îyayêdanin.R’oja înîyê jî eskerê t’irka du neh’îên mayîn Zîyar û Şeverg dane ber t’opa.Ev neh’yî bin kontrola hêzên p’arastina geldanin.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close