SerekeSîyasî

K’urdên Sûrîyayê ji ŞAY sîlih’ û têxnîka leşkerî stendine

14-ê nîsanê koalîsîyona navnet’ewî ê’pêce sîlih’ û têxnîka leşkerî dane hêzên Sûrîya Dêmokratîk.Hatîye r’agîhandinê,wekî eva beşeke sîlih’ û têxnîka leşkerîye nûye. Ji sedî zêdetir avtomaşînên barbir ji Îraqê hatine Sûrîyayê.Cêrga van avtomaşîna bi dergehên sînorê Al Welîdêr’a k’etîye Sûrîyayê û paşê çûne baza hêzên Sûrîya Dêmokratîke li provînsîyayên Hesekê û Dêyr Zorê.13-ê nîsanê jî koalîsîyona navnet’ewî beşeke mezin, ya matêrîyalên doxtirîyê gîhandine nexweşxanên Hesekê. Ev dû-derman li ser wan nexweşxana belav kirine, yên ku bin kontrola hêzên Sûrîya Dêmokratîkdanin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button