H’emû nûçeSereke

Wek’îlê t’eşkîleta h’emdinîyayêye saxlemîxweykirinêyî li Îraqê, şer’k’arîya Herêma K’urdistanêye dijî koronavîrûsê bilind qîmet kirîye û derheqa êtapa nexweşîyêye dudada e’şaretî daye

Wek’îlê t’eşkîleta h’emdinîyayêye saxlemîxweykirinêyî li Îraqê girêdayî şer’k’arîya h’ukumata Herêma K’urdistanêye dijî koronavîrûsêr’a r’azîbûna xwe daye dîyarkirinê.Adhem Îsmaîl prêss-konfêrans li Hewlêrê derbaz kirîye, bona ku h’alê girêdayî belavbûna koronavîrûêr’a gotûbêj bike.Ewî gotîye,wekî cime’t û organên saxlemîxweykirinê gerekê hazirbin , bona ku li ber êtapa belavbûna nexweşîyêye duda ber xwe bidin.Ewî daye dîyarkirinê,wekî koronavîrûs mînanî berê dîsa qezîyaye, nenihêr’î wê yekê,wekî li K’urdistanê nexweş hindikin û hindik meriv wefat bûne.Ewî soz daye, ku piştgirîyê bidine h’ukumata herêmê, lê pêr’a jî daye dîyarkirinê,wekî gavên p’arastinê gerekê bere-bere sivkkin, bona ku r’îska bona jîyana meriva bê ç’areserkirinê.H’etanî 28-ê nîsanê 355 nexweşên bi koronavîrûsê îzbat bûne û çar meriv jî wefat bûne. Ji nexweşên t’omerî 322 meriv t’am qenc bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button