H’emû nûçe

“Em gerekê hînbin li r’ex koronavîrûsê bijîn”: P’aşînyan

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr e’lam kirîye,wekî binelîyên Ermenîstanê gerekê hînbin ku nava qewilên îroyînda li r’ex koronavîrûsê bijîn.Ewî gotîye,wekî we’dê êtapa şer’k’arîya dijî nexweşîyêye nû destpê dibe, fikira k’îjanê ewe ku derbazî êtapa bi sirê bibin. “Li ber ç’e’vaye,wekî h’etanî mehên adarê û nîsana sala tê wê nexweşên t’eze hebin, h’etanî ku vak’sîna nexweşîyê çê nebe û bo wê yekê jî ji r’oja sibêda destpkirî gerekê h’emû tişt bê kirinê, ku qanûnên nû bêne ç’areserkirinê, bona ku bikaribin li r’ex koronavîrûsê bijîn, çimkî meriv nikare salekê nava qewilên sînorkirîda bijî”,-serekwezîr wextê weşanê, usa jî bi t’evbûna cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan û wezîrê saxlemîxweykirinê Arsên T’orosyan, gotîye.Bi wê yekêva t’evayî P’aşînyan gotîye ku heger îro zelal bibûya,wekî piştî mehekê h’emû tiştê xilazbe, meriv dikaribû nava sînorkirinada mehekê jî bima, lê niha t’u tişt zelal nîne, çimkî nava van herdu mehên dawî h’emû tişt dane k’ifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button