SerekeSîyasî

Fêrmêrên k’urd r’ezedilvanên îraqîyên şih’î nava şewitandina zevîyada gunek’ar dikin

Fêrmêrên k’urde li Tûz-Qurmetîyê r’ezedilvanên şih’îyaye ji H’eşid aş-Şaabîyê nava wê yekêda gunek’ar dikin,wekî wana nava van r’ojên dawîda, wextê opêrasîyona dijî DAÎŞ-ê zevîyên wan şewitandine. Ev yek wî çaxî qewimîye,wextê ku r’ûê agirpêk’etina mezin e’rd şewitî û ew yên fêrmêrên k’urd bûn.Wextê qisa t’evî BasNews-ê fêrmêrekî k’urd gotîye, ku van axirîya H’eşid aş-Şaabî giva wextê opêrasîyonên dijî DAÎŞ-ê ew yek kirine. Bi gotina wî meriv hene, k’îjana ew dîtine, lê ew nikarin dijî k’omên şih’îya t’u tiştî bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button