SerekeSîyasî

Barzanîyê serekwezîr êrîşa DAÎŞ-ye li gundên k’urdên kakeîye li nêzîkî Xaneqînê gunek’ar kirîye

Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî êrîşa DAÎŞ-ye li du gunda, yên nêzîkî Xaneqînê, li k’îderê k’urdên kakeyî dijîn, gunek’ar kirîye. Nava encamên wê êrîşêda h’evt binelîyên e’dil hatine kuştinê û çend meriv jî birîndar bûne.Êrîşa DAÎŞ-ê nîvê şevê qewimîye.Ez girêdayî vî h’alê neqewînr’a xemgînim û careke mayîn e’lam dikim,wekî girînge mêxanîzma hevk’arîya h’ukumata K’urdistanê û usa jî ya Beg’dayêye fêdêral, ya bêqezîyabûnê hebe”,-serekwezîr gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî hêzên k’urda û îraqîya gerekê bi hevr’a bixebitin û înformasîya p’ev biguhêr’in, bona ku merivên li wan neh’îya xilazkin. “Ez careke mayîn derheqa girîngîya hazirîya pêşmergaye li van neh’îya bona p’arastina binelîyên e’dil didime k’ifşê û bang dikim, ku bi hevk’arîya t’evî eskerê Îraqê qewînbûn bê dasekinandinê”,-Me’srûr Barzanî gotîye.Em bêjin,wekî BasNews-ê e’lam kiribû,wekî nava encamên êrîşa cîhadîstaye li wan gunda, h’evt meriv hatine kuştinê, pênc jî birîndar bûne û xêncî wê yekê p’evçûyînên we’dedirêj di navbera ç’ekdarên DAÎŞ-ê û hêzên bêqezîyabûnêda qewimîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button