Serekwezîrê K’urdistana Îraqê Me’srûr Barzanî wezîrîê Îraqêyî p’arastinê Cûmû Înada qebûl kirîye. Wextê hevdîtinê, alîya fikirên derheqa wê yekêda p’evguhar’tine, ku çawa êrîşên DAÎŞ-ye li neh’îyên Îraqêye cuda-cuda zêde bûne, bi t’aybetî li wan têrîtorîyayên k’urda, yên ku bin serk’arîkirina hermêda nînin.Bona wê yekê jî alî p’evk’etine, ku koordînasîya t’evayî di navbera pêşmerga û eskerê Îraqêda mîyaserkin. Me’srûr Barzanî usa jî derheqa wê hazirîyêda e’lam kirîye, ku pirsgirêkên di navbera K’urdistanê û Îraqêda dikarin bêne h’elkirinê, bona ku h’emû pirs anegorî berjewandîyên cime’ta Îraqêbin, nava wanda usa jî berjewandîyên K’urdistanê.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close