SerekeSîyasî

Almanîya:opêrasîyonên T’irk’îyayêye li herêma k’urdaye li Sûrîyayê ne yên lêgîtîmin

H’ukumata Almanîyayê e’lam kirîye,wekî opêrasîyonên T’irk’îyayêye li K’urdistana Sûrîyayê yên qanûnî nînin û ne anegorî mafê navnet’ewîne.H’ukumata Almanîyayêye Fêdêral bersiva r’esmî daye pirsa Avrîm Zomêra ji partîya Ç’epa, girêdayî opêrasîyona T’irk’îyayêye li bakûr- r’ohilatê Sûrîyaêr’a. Nava bersivêda hatîye gotinê: “Bi fikira h’ukumata fêdêral opêrasîyona t’irkaye li Sûrîyayê nikare çawa ya lêgîtîm bê h’esabê û bik’eve nava doranên qanûnên navnet’ewî”.Ev gotin anegorî fikira komîsîya Bûndêstagêye mexsûse, anegorî k’îjanê dagirkirina t’irkaye li bakûr-r’ohilatê Sûrîyayê dijî qanûnên navnet’ewîye. Bi vê yekêva t’evayî h’ukumatê soz daye ku alîk’arîya fînansî bide t’eşkîletên doxtirîyêye li R’ojavayê, mîlîonek yêvro bide wana, ku ew gavên dijî koronavîrûsê biavêjin.Bi şirovekirina bersiva h’ukumata fêdêral, Avrîm Zomêra parlamênta daye dîyarkirinê: “Em silav dikin,wekî h’ukumatê cara e’wlin li ser dereca bilind e’lam kir,wekî ew t’u me’nîya nabîne, yên ku bikaribin êrîşên t’irka çawa yên lêgîtîm qebûlkin.Ev h’emû tişt bi cûr’ê dîplomatî hatîye gotinê, lê ev yek çawa derba hindava r’êjîma Êrdog’ane”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button