H’emû nûçe

Li Ermenîstnê wê salê 5O-î h’ezar t’ivingên “Kalaşnîkov”, nîşangirên şevêye germê çê bikin: seredana P’aşînyan

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr bi r’êberîya wezîrê p’arastinê Davît’ Tonoyan û wezîrê têk’nolocîyên bilind Hakob Arşakyan li fabrîka li Ermenîstanêye vekirî, ya t’ivingên “Kalaşnîkov” qesidîye.Serekwezîr li wir ger’îyaye, nasîya xwe daye şuxulk’arîya li wir.T’evî wan bûye usa jî baylozê R’ûsîyayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn.Li wir gotine serekwezîr,wekî salê ewê 5O-î h’ezar t’ivingên “Kalaşnîkov” çê bikin.Xêncî t’ivingên ot’omatîk, wê usa jî nîşangirên germêye şevê bêne çêkirinê. Piştî cêr’ibandinê, wê nava salekêda h’ewcetîya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê bê r’azîkirinê.Qayîlnivîsara derheqa çêkirina t’ivingên ot’omatîke e’yan, t’ebaxa sala 2O18-a t’evî konsêrina “Kalaşnîkov” hatîye îmzekirinê.Beşeke wan wê bona qewatên Ermenîstanêye sîlih’kirîbe, lê beşa mayîn wê bê firotanê.P’aşînyanê serekwezîr destpêkirina çêkirina t’ivingên “Kalaşnîkov”-e ot’omatîk girîng h’esab kirîye û ew yek çawa encamê hevk’arîya di navbera Ermenîstanê û R’ûsîyayêye senaya leşkerî qîmet dike.Hatîye dîyarkirinê,wekî çêkirina fişeka wê cîguhastî qeza Kotayk’ê bikin.Li ser h’îmê baza li qeza Kotayk’ê, têr’a tê dîtinê usa jî beşên avtotêxnîkayê û têxnîka zirih’kirî bidine h’îmdanînê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button