H’emû nûçe

Nava dorana jinên Adirbêcanêda hindava banga Anna Hakobyanêye bona aşîtîyê aktîvî tê k’ifşê

Nava dorana jinên Adirbêcanêda hindava banga k’ulfeta serekwezîrê Ermenîstanê Anna Hakobyanêye bona aşîtîyê, aktîvî tê k’ifşê.Derheqa wê yekêda k’atiba pirêssayê, ya xanim Anna Hakobyanê Hasmîk Harût’yûnyanê gotîye.Bi gotina wê, bi înîsîyatîva Anna Hakobyanê kampanîya bo aşîtîyê destpê bûye û ew malp’er’ hatîye hazirkirinê, hindava k’îjanêda h’ewask’arî pêşda hatîye. “Nava r’ojên dawîda ji welatên cuda-cuda ji nîv mîlîonî zêdetir meriv hatine wê malp’er’ê.Çi ku derheqa jinên azêrîdane, aktîvî ji alîyê jinên azêrîda heye, lê bi h’esabhildana h’alê li Adirbêcanê, ji alîyê p’êpeskirina mafên mêriv, azaya wujdanê, em nikarin bona bêqezîyabûna wan jina nava belavkin”,-Hasmîk Harût’yûnyanê gotîye. Em bîr bînin,wekî 25-ê tîrmehê Anna Hakobyanê bangî jinên azêrî kiribû, ku ew bighîjine kampanîya bi navê “Jin û aşîtîyê”.Ewê bangî jinên azêrî kiribû, ku ew berbir’î seroketîya welatê xwe bibin, bo ku opêrasyîonên leşkerî bidine sekinandinê û e’mirê lawên azêrî û ermenî nekine bin qezîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button