SerekeSîyasî

Li Sêrtê 16 meriv hatine girtinê

Li provînsîya Sêrtê, nava encamên ger’a polîsîyayêye li mala, 16 meriv hatine girtinê. Feqet, hela hê zelal nebûye, ku bona çi wan meriva dikarin gunek’ar bikin. Ger’a li mala li çend neh’îyên bajêr’ hatîye derbazkirinê. H’etanî niha zelal bûye navên deh meriva r’aberkin, yên ku îdî 24 seh’eta binç’e’vkirîne.Hatîye r’agîhandinê, wekî îdî h’eyşt meriv birine meh’kemê. Maşîna r’êprêsîyayên r’êjîma t’irka piştî wê yekê dixebite, wextê ku hevr’axeberdanên tîrmeha sala 2O15-a ji alîyê T’irk’îyayêda hatine t’er’ibandinê. Piştî wê yekê herr’oj, li T’irk’îyayê protêstokirin tên derbazkirinê û binelîyên k’urd tên binç’e’vkirinê.Bi deha h’ezara meriv bi gunek’arkirinên fe’ş, ku giva ew têr’orîzmêva girêdayîne, girtîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button