H’emû nûçeSereke

Hêvîyên çi cûr’eyî ji peymana derheqa modêrnîzasîyakirina teyrên SU-25 hene

Nava doranên h’emcivîna leşkerî-têxnîkîye navnet’ewîda, ya bi navê “Esker-2O2O” di navbera wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê û hevaltîya R’ûsîyayêye ku teyara çê dike, peyman hatîye îmzekirinê ku teyarên Ermenîstnêye SU-25 bidine modêrnîzasîyakirinê. Şiroçîyê malp’er’a “R’azmînfoyê” R’obêrt Nazaryan gotîye,wekî ew teyare îdî tên xebitandinê û ewê bêne modêrnîzasîyakirinê. “Nava encamên modêrnîzasîyakirina wanda, teyare diha p’arastî dibin û navîgasîya wana tê nûkirinê, bi saya çi ew dikarin usa jî nava qewilên hewêye xirabda bişuxulin, usa jî şev bixebitin”,-şiroçî gotîye.Bi gotina wî, sîstêma teyarêye p’arastinêye nû wê hebe û wê cûr’ên r’okêta zêdebin, bi saya çi dereca şer’k’arîya teyarê wê diha bilindbe.Nazaryan gotîye,wekî teyarên wî cûr’eîye modêrnîzasîyakirî R’ûsîyayê îdî li Sûrîyayê dane xebatê û ew li wir hatine cêr’ibandinê.R’obêrt Nazaryan usa jî gotîye,wekî diqewime di navbera alîyên ermenî û r’ûsada p’evguhar’tina têk’nolocîya hebe û hazirkirina kadira derbazbe.Bi fikira wî, hevk’arîya li ser dereca bilind têr’a tê dîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button