H’emû nûçe

Bi dirana avtomaşîna çar tonnayê û ot’obûsa 12 tonnayê k’işandine: birayên Sak’ûns r’êkorda Gînêsêye nû r’aber kirine

Birayên Sak’ûns Yûrî û Art’ûr dudê îlonê li Stêp’anakêrtê r’êkordên h’emcîhanî û Gînêsêye bi sirê r’aber kirine. “Yûrî Sak’ûns li ser destên xwe sekinî, bi diranên xwe avtomaşîna çar tonna û sed kîlogiramê k’işandîye.Lê Art’ûr Sak’ûnsr’a li hev hatîye bi diranên xwe ot’obûsa 12 tonnayê ji cî bileqîne.Wî çaxî li wir serokê Arsaxê Arayîk Harût’ûynyan, serokê paralamênta Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan, wezîrê Arsaxêyî dewletê Grîgorî Martîrosyan û nevsên mayîne fermî hazir bûne. Xudanên gelek r’êkorda, birayên Sak’ûns r’êkordên xweye bi sirê p’êşk’êşî r’oja e’lamkirina K’omara Arsaxê kirine”,- şaredarîya bajar’ê Çarênsavanê r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button