SerekeSîyasî

Makronê sala 2O21-ê her’e K’urdistanê

Serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron têr’a dîtîye ku sala 2O21-ê bi seredan her’e Herêma K’urdistanê. Derheqa wê yekêda wek’îlê Herêma K’urdistanêyî li Fransîyayê E’lî Dolamarî gotîye. Makron destpêka h’evtîya derbazbûyî bi seredan çûbû Libnanê û wextê wê seredanê ew usa jî li p’ayt’extê Îraqê Bexdayê qesidî.Li wir ew r’astî serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî hat. Dolamarî gotîye BasNews-ê, wekî hevdîtina serokê Fransîyayê û serokê K’urdistanê r’ûê girafîka Makron, seredanan li Bexdayê derbaz bû. Fransîya xwe mikur’ tê, wekî r’ola K’urdistanê nava qewînbûna Îraqêda girînge. Wezîrên Fransîyayêye k’arên der û p’arastinê meha derbazbûyî li Hewlêrê qesidîne û ew r’astî nevsên k’urdaye derecebilind hatine û derheqa piştgirîya Fransîyayêye hindava k’urdada dane îzbatkirinê. Fransîya usa jî r’oleke mezin nava prosêsa nêzîkkirina k’omên k’urdaye li Sûrîyayê dilîze. “Di navbera K’urdistanê û Fransîyayêda p’êwendîyên dîrokî hene. Pêşda jî P’arîzê piştgirîya k’urda kirîye”,- E’lî Dolamarî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button