H’emû nûçeSereke

Wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der r’astî k’atibê lîga welatên E’reba hatîye

Nava doranên seredana li K’omara Misirê,wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan r’astî k’atibê lîga welatên E’reba Ah’med E’bûl G’êyt hatîye. Mnasakanyanê wezîr daye dîyarkirinê, wekî hevdîtin mecaleke başe bona qîmetkirina hevk’arîya di navbera Ermenîstanê û welatên e’rebada.Herdu alîya jî bi r’azîbûn derheqa r’ola dîyaspora ermenîye nava heleqetîyên Ermenîstanê û dinîya e’rebada dane dîyarkirinê.Wezîrê k’arên der û k’atibê lîga welatên E’reba derheqa h’alê li R’ohilata Navîn û Kavkaza Başûr, usa jî Afrîka Bakûr xeberdane.Derheqa girîngîya gavên civaka navnet’ewîda, yên bona qewînkirina aşîtîyê û qewînbûnê, hatîye dîyarkirinê.Wezîrê k’arên der t’abîya Ermenîstanêye dora pirsgirêka Qerebag’ê r’aber kirîye.Xeberdan usa jî derheqa h’alê dora pirsgirêka Felestînê çûye. Wezîrê k’arên der ce’dandinên Libnanê û Sûrîyayêye bona h’elkirina pirsgirêkên hûmanîtarî girîng h’esab kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button