H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê t’e’lîmên stratêcî, yên fermandarîyê û ştabaye bi navê “Kavkaz 2O2O”, destpê dibin /vîdêyo/

Li cîyên t’e’lmaye bi navê “Elegez” heytehola bilindkirina alên welatên t’evbûyên t’e’lîmên leşkerîye “Kavkaz 2O2O” derbaz bûye. T’evî heytehola vekirinê bûne fermandarê baza R’ûsîyayêye li Ermenîstanê Nîkolay Martînyûk, fermandarê k’oma yekbûyî, gênêral-mayor Tîgran P’arvanyan, wek’îlên sîstêmên leşkerîye herdu welata û usa jî wek’îlên korpûsa dîplomatîk. Nava doranên t’e’lîmada, derbazkirina opêrasîyonên leşkerî wê ji 21-ê h’etanî 26-ê îlonê berdewambe, li k’îderê pirsên şer’k’arîya dijî têr’orîzma navnet’ewî û cêrge pirsên mayîn wê bêne h’elkirinê. Girêdayî h’alê ji koronavîrûsê pêşdahatî, qewilên anegor wê bêne xweykirinê. T’evbûên t’e’lîma wê ji alîyê doxtirada bêne kontrolkirinê. Nava doranên t’e’lîmada wê 15OO-î zêdetir meriv hazirbin û nêzîkî 3OO h’eb têxnîka leşkerî, usa jî teyarên bêpîlot, wê t’evî t’e’lîmabin.Wek’îlên leşkerîye ji Ermenîstanê, Bêlar’ûsê, Çînistanê, Mîanmayê û Pakîstanê hatine t’eglîfkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button