H’emû nûçeSereke

Naskirina K’omara Arsaxêye ji alîyê civaka navnet’ewîda, dikare bibe gava zeftkirinê: Masîs Mayîlyan

Naskirina K’omara Arsaxêye ji alîyê civaka navnet’ewîda, dikare bibe gava zeftkirinê, ya ku wê bibe bersiva agrêsîya Adirbêcanêye destpêkirî. Derheqa wê yekêda wextê r’asthatina t’evî r’ojne’mevana, wezîrê Arsaxêyî k’arên der Masîs Mayîlyan gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî wezîreta Arsaxêye k’arên der bi aktîvî t’evî hevalk’arên navnet’ewî nava p’êwendîyadane, bona ku bona sîstêmên cuda-cudada ew yek zelalbe, ku k’îjan alî agrêsîya destpê kirîye.Ewî bîr anîye, wekî îro derheqa sertbûna h’alda, e’lametîyên başqe-başqe ne t’enê sîstêmên navnet’ewî, lê usa jî serok û wezîretên welatên dere k’arên der belav kirine. “H’emû bang yên aşîtîh’izîyêne û bona îzbatkirina aşîtîyêne. Em t’enê dikarin T’irk’îyayê cudakin, ya ku bi e’lametîyên agrêsîv û yekalîva, çawa piştgira Adirbêcanê, pêşda hatîye”,- Mayîlyan gotîye û serda zêde kirîye, wekî civaka navnet’ewî gerekê ne t’enê Adirbêcanê, lê usa jî T’irk’îyayê bide zeftkirinê. Mayîlyan gotîye, wekî niha eskerê Arsaxê dijî du welata şer’ dike û bîr anîye, wekî t’evbûna T’irk’îyayêye t’evî k’oma Mînskê gelek cara bin şikberîyêda bûye, çimkî têr’a tê dîtinê, ku nava k’oma navçîgarada gerekê welatên nêytral hebin, lê t’abîya T’irk’îyayê ya yekalîye. Bi gotina Mayîlyan niha pirsa pêşin sekinandina opêrasîyonên leşkerîye, piştî k’îjanê gerekê Adirbêcanê paşda bînin dora sivira gotûbêjkirina. Her car Adirbêcan bi t’abîya xweye agrêsîvva zyanê dide şuxulk’arîya pirsa Qerebag’ê. Bi fikira wezîrê Arsaxêyî k’arên der, pirsên sîyasî bi r’êya sîyasî tên h’elkirinê, lê ne ku bi qewatê û vê fikirê gerekê bighînine seroketîya Adirbêcanê.Em bîr bînin, wekî 27-ê îlonê şebeqê zû Adirbêcanê şer’ê berfire bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button