H’emû nûçeSereke

Mafp’arêza derheqa k’irêkirîyên ji Sûrîyayê, yên ku li Qerebag’ê şer’ dikin, e’lam kirine

Bi piştgirîya Enqerê, hevaltîyên t’irkaye şexsîye leşkerî li Sûrîyayê k’irêkirîya dibijêrin û cîguhastî zona de’w û doza Qerebag’ê dikin, bona ku dijî Arsaxê şer’kin. Derheqa wê yekêda merk’eza Sûrîyayêye monîtorîngêye p’arastina mafên mêriv e’lam kirîye.Merk’ezê daye dîyarkirinê, wekî nêzîkî 85O-î ç’ekdarî îdî cîguhastî Adirbêcanê kirine. 29-ê îlonê merk’ezê e’lam kiribû, wekî hejmara wan 32O bû, lê nava r’ojekêda nêzîkî 52O merivî dîsa cîguhastî zona de’w û dozê kirine.Wextê ku wana dişînine zona de’w û dozê, wanr’a dibêjin, ku ewê hinek cîya bip’arêzin, lê encamêda ew t’evî opêrasîyonên leşkerî dibin. Merk’ezê e’lam kirîye, wekî p’ir’anîya k’irêkirîya t’irk’mênên ji Sûrîyayêne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button