H’emû nûçeSereke

Serokê Arsaxê diçe xeta pêşin

Serokê Arsaxê diçe xeta pêşin.Derheqa wê yekêda ewî r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. Arayîk Harût’yûnyan gotîye, wekî bi dirêjaya xeta di navbera Arsaxê-Adirbêcanê şer’ên bi întênsîvîya cûr’e-cûr’e qewimin. Gund û bajar’ tên t’opbarankirinê, bi t’aybetî Stêp’anakêrta p’ayt’ext. “Milet û welat bin qezîyayêdanin, mafê jîyana li ser axa ku bi xwîna lawên ermenî hatîye azakirinê, bin qezîyayêdane. Bo wê yekê jî ezê t’ev k’omên mexsûs her’ime xeta pêşin, bona ku şer’kim, çimkî li ser xeta pêşin ezê diha zêde qîmetlûbim, ne ku li piştê”,- ewî gotîye. Ewî bangî h’emûya kirîye ku r’abine ser p’îya û bi xwep’êşk’êşkirin welatê xwe bip’arêzin. “Eva şer’ê welête pîroze, k’îjanîda gerekê em serk’evin. Ez bawarîya xwe mêrxasî û qewata we tînim.Em gerekê mînanî kal û bavên xwebin, yên ku bi sedsala pêşda, li Serdravê, wextê şer’ê Wet’enîyêyî Mezin, şer’ê Arsaxê, şer’ê nîsana sala 2O16-a, şer’ê tîrmeha sala 2O2O-î jîyana xwe dane, bona ku bo lawên dyîka, xwîşka her şebeqek bi aşîtî vebe, bona ku her k’enekî wan bi fir’naxbûnê t’ijîbe”,- serokê Arsaxê gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî gerekê li ber nisiletên pêşer’ojê cabdarbin, bona ku îzinê nedine dijminê bi sedsala ku careke mayîn k’omkujîyê mîyaserkin. ” Em gelek cara ser k’etine û me li herêmê eskerê qewat saz kirîye. Niha dîsa ew we’de hatîye, ku em bi miletê xweva bibine eskerekî mezin, sûra wet’en”,- ewî gotîye. Arayîk Harûtyûnyan daye dîyarkirinê, wekî eva şer’ê dawîye, nava k’îjanîda gerekê ser bik’evin. “Ez h’etanî serk’evtinê t’evî weme”,- serokê Arsaxê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button