Sereke

Eskerê me mêrxasîyê dide k’ifşê: Arsrûn Hovhannîsyan zyana dijmin anîye ber ç’e’va

Wek’îlê wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Arsrûn Hovhannîsyan duh êvarê zyana dijmine nava encamên opêrasîyonên duh r’aber kirîye. Bi gotina Hovhannîsyan t’enê nava r’ojekêda dijmin ji 44O-î h’etanî 45O-î leşker unda kirine, ji 8OO-î h’etanî 9OO-î birîndarin. Nava r’ojekêda deh aparatên bêpîlot hatine lêxistinê / bi t’omerî 113/, 45 maşînên zirih’kirî /bi t’omerî 25O-î/ hatine şewitandinê.Wê r’ojê usa jî ji 8O-yî h’etanî 9O maşînên zirih’kirî hatine t’eqandinê, yên ku dernek’etine deşta şêr’.Azêrîya usa jî sê “Smêrç'”, sê teyare û h’elîk’op’t’êrek unda kirine.”Şer’ên girane vî cûr’eyî li bakûr û başûr dibin. Eskerê me qehremanîyê, profêsîyonalîzmê, aqilmendîyê dide k’ifşê û êrîşên dijmine mezn didine t’er’ibandinê”,- Hovhannîsyan gotîye.Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfire bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye. Anegorî h’esabên duh seh’eta çara, r’ûê agirkirinên dijminda 2O9 qulixçîyên ermenîye leşkerî û h’eyşt binelîyên sîvîl şih’îd k’etine.Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene.Li Arsaxê û li Ermenîstanê h’alê leşkerî û mobîlîzasîya hatîye e’lamkirinê. 29-ê îlonê û yekê cotmehê, hêzên azêrîya usa jî neh’îya Ermenîstanêye Vardênîsê xistine. R’ûê agirkirina aparata azêrîyaye bêpîlotda, ot’obûsek şewitîye û binelîkî sîvîl wefat bûye. Binelîkî sîvîl jî li qeza Gêg’ark’ûnîkê bûye cangorî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button