Sereke

Li e’nîya Arsaxê hev didine ber gula

Li e’nîya Arsaxê hev didine ber gula. Derheqa wê yekêda berdewka wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Şûşan Stêp’anyanê gotîye. “Li hinek p’ara agirkirin bi întênsîvîya nimize, lê t’opbarandin jî diqewimin.Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfire bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye.Anegorî sisê cotmehê seh’eta 22:OO r’ûê agirkirinên azêrîyada 202 leşker û 8 binelîyên sîvîl şih’îd k’etine.Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa zyana Adirbêcanêye merivada înformasîyayên fermî t’unene, lê alîyê ermenîya e’lam dike, wekî li alîyê azêrîya 2730 kuştî û 4400 birîndar hene. Li Arsaxê û li Ermenîstanê h’alê leşkerî û mobîlîzasîya hatîye e’lamkirinê. 29-ê îlonê û yekê cotmehê, hêzên azêrîya usa jî neh’îya Ermenîstanêye Vardênîsê xistine. R’ûê agirkirina aparata azêrîyaye bêpîlotda, ot’obûsek şewitîye û binelîkî sîvîl wefat bûye. Binelîkî sîvîl jî li qeza Gêg’ark’ûnîkê bûye cangorî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button