H’emû nûçeSereke
Rûyê agrêsîya dijminda li Ermenîstanê kuştî û birîndar hene
Ji 27-ê îlonêda destpêkirî, nava encamên agrêsîya Adirbêcanêye dijî Ermenîstanê, merivek hatiye kuştinê, 3 birîndar bûne. Bi wê yekêva tevayî, 5 qulixçîyên leşkerî hatine kuştinê û 11 jî birîndar bûne, yên ku tevî opêrasyonên leşkerî nebûne. Derheqa wê yekêda mehkema Ermenîstanêye sereke elam kiriye. Şuxlkarîya bona lêkolînkirina xirabkarîyên wî cûreyî berdewam dibe.