Sereke

Minê bixwesta ku pirsgirêka Qerebagê bi temamî bihata helkirinê: Nîkol Paşînyan

Şerê ku dawîya meha îlonê destpê bûye, îdî emirê bi seda meriva unda kirîye. Nenihêrî pevketinê, agirbesta qewîn tune. Berpirsîyarê kanala “Rosîya Sêgodna”-yê Dmîtrî Kîsêlyov ji caba serokên Ermenîstanê û Adirbêcanê hevpywîn hildane.
Pirsa ewlin eve:
-Birêz serekwezîr, em gelekî razîne, ku Hûn qayîl bûn bersivên pirsên me bidin, ew jî nava vî wedê bona Ermenîstanê û temamîya dinîyayê dijwarda.Hûn encamên opêrasîyonên leşkerîye ji 27-ê îlonê destpêbûyî çawa qîmet dikin? Zyana çi cûreyî heye, dîl gelekin?
-Hal gelekî dijware.Ji herdu alîya jî zyana mezin heye.Eskerê Qerebagê xwe diparêze, parastinê teşkîl dike. Ez dikarim hal çawa yê gelekî dijwar qîmetkim.
-Dêmek zyana alîya û hejmara dîla hê hev nayê hesabkin?
-Dîyare, wekî ji herdu alîya jî gelek kuştî hene û bi fkira min eva şerekî gelekî girane. Gelek pêşezan dibêjin, wekî bi masştaba xwe bon sedsala 21-ê eva şerekî nişkêvaye. Çimkî hemû cûre sîlih, tank, diron, teyare û helîkoptêr, têknîka zirihkirî, artîlêrîya, sîstêmên rêaktîv û sîlihên mayîn tên xebitandinê. Gelek leşker tevî opêrasîyonên leşkerî dibin. Şerên berfire û giran diqewimin û niha eskerê Qerebagêyî parastinê xwe diparêzin. Ez dikarim bêjim, wekî programa Tirkîyayê û Adirbêcanêye bona şerê leze nava çend rojada hatîye teribandinê.
-Birêz serekwezîr, em gelek cara dibhên wekî ji alîyê Adirbêcanêda kirêkirîyên bîyanî û têrorîst şer dikin. Şedetî derheqa wê yekêda hene û gelo ji alîyê Ermenîstanêda merivên bîyanî şer dikin?
-Derheqa wê yekêda temamîya dinîyayê dibêje.Û ew yek bi wê menîyê girînge, ku meriv fem bike, ku bi çi armancê opêrasîyonên leşkerî destpê bûne.Bêguman şedetîyên konkrêt hene, wekî ji Sûrîyayê, çekdarên têrorîst anîne û ew tevî şerê dijî Qerebagê dibin. Vîdêyo hene, yên ku malperê sosîyalîda û nava prêssyayêda belav bûne. Niha eyane, wekî Tirkîya sponsorê vî şerîye.Tirkîyayê têrorîst kirê kirine û cîguhastî li zona dew û doza Qerebagê kirine. Bin bandora Tirkîyayêda qirara derheqa êrîşa dijî Qerebagê hatîye qebûlkirinê.
Ew yek girînge ku fem bikin, bo çi? Çimkî eyan bû, wekî eskerê Adirbêcnê nikare tenê dijî eskerê parastina Qerebagê şerke. Bo wê yekê jî Tirkîyayê qirar kirîye, ku têrorîsta, leşkerên tirka tevî opêrasîyona bike. Anegorî hinek melûmetîya, usa jî pareskerê Pakîstanêye mexsûs tevî şêr dibin.Bi fikira min li dinîyayê îdî hatîye eşkerekirinê, wekî ji alîyê Tirkîyayêda çekdarên kirêkirî tevî şêr dibin.
Nava rojên dawîda ji Rûsîyayê înformasîya hewaskar hat, wekî li Çênçîyayê û Dagistanê têrorîst hatine tunekirinê. Înformasîya hebû, wekî ew çekdar ji Sûrîyayê hatine Rûsîyayê.Ez li vir pêwendîyê dibînim:Tirkîya çekdara cîguhastî zona dew û doza Qerebagê dike, ku li wir şerkin, lê niha ew îdî li Kavkaza Bakûrin. Ev yek dide kifşê, wekî halê pêşdahatî ne tenê derheqa dew û doza Qerebagêdane, lê ew îdî ji sînorên lokal derketîye.Eva îdî dew û droza herêmêye, kîjanêda berjewandîyên welatên konkrêt tên kifşê.Bi fikira min li Rûsîyayê gerekê guhdarîya mezin bidine ser vê yekê. Çi ku derheha alîyê ermenîdane, bêguman, ji alîyê Qerebagê şerkarên bîyanî tunene.Diqewime hebin ermenî, yên ku ji dîyasporayêne û hatine piştgirîyê bidine welatîyên xwe.Wana nikarin çawa kirêkirî hesabkin.
-Nava qayîlnivîsara dehê cotmehêye li Moskvayê, prînsîpên hîmlî tên bîranînê. Bi kerema xwe wan prînsîpa bidine zelalkirinê, Hûn wana çawa fem dikin?
-Ew prînsîpên eyanin: mafê xweqirarbûna cimeta, nexebitandina qewatê, yektîya têrîtorîya.Pirs ewe, ku alî wan prînsîpa çawa şirove dikin.Wextê hevraxeberdana zelal bû, wekî alî wan prînsîpa bi cûrekî şirove nakin. Niha hal usaye,wekî ew prînsîpeke girîng hatîye teribandinê. Gilî derheqa prînsîpa nexebitandina qewatêdane.
-Birêz serekwezîr, heger em derheqa berhevdaxustinada bêjin, hûn bo kîjan berdaxustina hazirin? Gelo xeteke usa heye, kîjanêra hûnê tu cara derbaz nebin?
-Belê, xeta wî cûreyî heye. Ew mafê xweqirarbûna cimeta Qerebagê ye.Ermenîstan her dem jî bona berdaxustina wî cûreyî hazir bûye. Înîsîyatîva here eyan ya Kazanêye wextê ku Ermenîstan bona berdaxustina konkrêt hazir bû. Feqet, Adirbêcanê ew yek înkar kir, çimkî nexwest û naxweze mafê xweqirarbûna ermenîyên Qerebagê qebûlke.Mafê xweqirarbûna Qerebagê bona me ew xeta sore, kîjanê em gerekê derbaz nebin.
-Biborin, ez didime rastkirinê, ku Hûn derheqa kîjan berdaxustinêda dibêjin?
-Min got, wekî Ermenîstan bona berdaxustina hazirbû.We pirsî, ku gelo xeteke usa heye, ser kîjanêra hûnê derbaz nebin. Min jî got, heye, ew jî mafê xweqirarbûna Qerebagê ye.
-We derheqa xetêda got, lê derheqa berdaxustina konkrêtda? Min rast fem kir, wekî Weyê nexwesta mesela berdaxustinêye wî cûreyî bianîya ber çeva

Niha nava elametîya Moskvayêda gavên konkrt hatine zelkirinê, ku çawa şuxulkarîya hevraxeberdana bidine dasekinandinê.Bin wê qayîlnivîsarêda îdî gavên konkrt hene û em hazirin berbi wan gava herin, ku pirsa Qerebagê helkin.Em bona berdaxustinên wî cûreyî hazirin, em bona berdaxustinên wekehev hazirin, bona kîjana Adirbêcan hazire.
-Spas, birêz serekwezîr. Me bi rastî got, wekî ew şer bi dijwarîya xwe cuda dibe û ew barbarî ketîye nava dîrokê û herdu serok jî çawa tevbûên şerê wî cûreyî ketine nava dîrokê. Piştî awqas tiştî Weyê bixwesta çi cûreyî biketana nava dîrokê?
-Eva pirsa şexsî nîne. Minê bixwesta ku piþtî vî hemû tiştî pirsa Qerebagê bi temamî bihata helkirinê, li ser hîmê berhevdaxustina.Bo ku me helkirineke usa bidîta, ya ku bona hemû alîya, bona Ermenîstanê, Qerebagê û Adirbêcanê ya qebûlkirinê bûya û ewê bibûya helkirina dawî.
-Birêz serekwezîr min pirsên xwe îdî ser hevda anîn.Hûn dixwezin tiştekî serda zêdekin?
-Bêguman,bi dayîna bersiva pirsa Weye ewlin, min got, wekî gelekî girînge ku guhdarîyê bidine ser armancên Tirkîyayê.Ez difikirim, wekî piştî byûarên eyane destpêka sedsala 2O-î, Tirkîya dixweze vegere Kavkaz Başûr bona ku sîasîya komkujîya Ermenî berewamke. Ew yek girînge ku meriv fem bike wekî bona Tirkîyayê eva armanca pragmatîke.Ermenîyên Kakaza Başûr bona êkspansîyayên berbi bakûr, berbi rohilatê û berbi başûr-rohilatê bona Tirkîyayê dijwarîya çê dikin û ez hêvîdarim, wekî ew yek berdewama împêratorîya Tirkîyayê ye. Tirkîya dixweze Kavkaza Başûr bide guhartinê, diha rast temamîya Kavkaza Başûr bike bin kontrola xwe û wê çawa plasdarim berbi bakûr, rohilatê û başûr-rojhilatê çêke. Nava vî halîda berjewandîyên cêrge welataye bêqezîyabûnê tên kifşê, berê ewlin yên Rûsîyayê.Badîhewa nîbû, wekî min derheqa behsên ji Çêçnîyayê û Dagistanê bîr anî. Ew çekdar çawa çûne Çêçnîyayê û Dagistanê? Pirs ewe, ku gelo eva progirama tevlîhevirina Kavkaza Bakûre, bona ku guhdarîya Rûsîyayê ji bûyarên li Qerebagê bê dûrxistinê.Eva tiştekî girînge û Rûsîya gerekê qîmet bide vê yekê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button