Sereke

Rûyê agrêsîya Adirbecanêda li Arsaxe 34 binelîyên sîvîl hatine kuştinê

Rûyê agrêsîya Adirbecanêda li Arsaxe 34 binelîyên sîvîl hatine kuştinê.Derheqa wê yekêda parêzerê Arsaxêyî mafê mêriv Artak Bêglaryan elam dike.”Şeva derbazbûyî Adirbêcanê bi topên giran hedefgirtina wargên sîvîl berdewam kirine.Li gundê Karmîr Şûkayê wana bomba “Smêrç” dane xebatê, rûyê çida dîsa binelîkî sîvîl hatîye kuştinê, yek jî birîndar e. Bi tomerî 34 binelîyên sîvîl û du girtîyên şêr hatine kuştinê”,-nava mîkrobloga xweye Twitêrêda Bêglaryan daye kifşê.Merkeza ermenîye înformasîyon elam dike,wekî nava encamên topbarandinêda binelîya gundê Karavanêye nehîya Karvaçarê Marînê Pîlosyan birîndar bûye.Wezîreta Araxêye halê qeydeder elam kirîye, wekî şeva 16-ê cotmehê, bi întênsîvî berbi bajarê Martûnîyê û wargê Karmîr Şûkayê agir kirine. Wargên nehîya Hadrûtêye Tox, nehîya Kaşataxêye Tîgranavan, Aygêhovît, Axavno hatine topbarankirinê. 15-ê cotmehê torên sosîyalîda vîdêyo hatibû belavkirinê, li kîderê eskerên Adirbêcanê dîlên ermenî gule dikirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button