Sereke

Melûmetîya Adirbêcanêye belavkirî ne anegorî rastîyê ye:Stêpanyanê derheqa teyara SÛ-25-da gotîye

Ew elametîya wezîreta Adirbêcanêye parastinê, anegorî kîjanê hatibû dîyarkirinê, ku li alîyê Cebrayîlê teyara Ermenîstanêye leşkerîye SÛ-25 hatîye lêxistinê, ne anegorî rastîyêye.Derheqa wê yekêda berdewka wezîreta Ermenîstanêye parastinê Şûşan Stêpanyanê elamî Spûtnîk Armênîyayê kirîye. “Behsa Adirbêcanêye belavkirî ne anegorî rastîyê ye”,- ewê gotîye.
Em bêjin, wekî prêssa azêrîya nivîsîbû, ku giva îro seheta 12:3O-î deqe ji alîyê wanda giva teyara ermenîye SÛ-25 hatîye lêxistinê, ya ku giva cêribandîye tabîyên azêrîya êrîşke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button