Sereke

Pêwîst e ku civaka navnetewî ji gotina derbazî gavên praktîk bibe û potênsîyala xwe bide xebatê: wezîreta Arsaxêye karên der

Wezîreta Arsaxêye karên der elametî belav kirîye, girêdayî êrîşên hêzên azêrîya-tirka ra, yên ser binelîyên Arsaxêye sîvîl.
“16-ê cotmehê û şebeqa 17-ê cotmehê paytexta Arsaxê-Stêpanakêrt, usa jî bajarê Şûşîyê, gund û bajarên mayîn ji alîyê hêzên azêrîya-tirkada hatine topbarankirinê. Rûyê wê yekêda şeş binelî birîndar bûne.Êrîşên hêzên azêrîya-tirkaye ser binelîyên Arsaxêye edil, usa jî derbên hindava têrîtorîya Ermenîstanêda şedetîya wê yekê didin, wekî Tirkîya û Adirbêcan dicedînin masştabên opêrasîyonên leşkerî bidine berfirehkirinê û întênsîvîya wan bidine bilindkirinê.
Tirkîya, Adirbêcan û têrorîstên navnetewî naxwezin elametîya dehê cotmehêye li Moskvayê qebûlkirî, ya derheqa agirbesta hûmanîtarîda mîyaserkin, bangên dinîya sîvîlîzasyîone bona sekinandina xûnrêtinê hesab hilnadin. Bo wê yekê jî civaka navnetewî gerekê ji gotina derbazî gavên parktîk be û potnêsîyala xwe bide xebatê, bo ku agrêsîya dijî cimeta Arsaxê bidine sekinandinê.
Em careke mayîn didine dîyarkirnê, wekî bona dasekinaêndina aşîtîya li herêmê baştir e ku serbestîya Komara Arsaxêye navnetewî bê naskirinê”,-nava elametîya wezîreta Arsaxêy karên derda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button