Sereke

Qerebag her dem welatê ermenîya bûye:Paşînyan elametîya xweye eyan şirove kirîye

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona “Frans-24”-ê elametîya xweye berê belavkirî, ya “Arsax Ermenîstane û xilaz”, şirov kirîye.
“Lê bo çi Arsax, Qerebag Ermenîstane? Heger Hûn îro li Qerebagê bûna, weyê bidîta ku li wir dêrên ermenîye sedsalên çara, pênca, hevta, deha, 13-a hene.Mekteba ermenîye ewlin hema li Qerebagê hatîye vekirinê. 80 selefê binelîyên Qerebagê û hela zêde jî her dem ermenî bûne.Lê Ermenîstan welatê ermenîya dide kifşê û Qerebag nava temamîya dîroka xweda welatê ermenîya bûye”,-Paşînyan gotîye.
Ewî gotîye, wekî nava prêssa navnetewîda û usa jî li ser dikên navnetewî pirsgirêka Qerebagê çawa pirsgirêka axê raber dikin, lê ew pirsgirêka mîyaserkirina mafên wan merivaye, çimkî ermenîyên Qerebagê ji sala 1988-da bin qezîya tunebûnêdanin.
Paşînyan gotîye, wekî hêna hilweşîna Yektîya Sovyêtê, dema ku Adirbêcana Şêwirê ji yektîya Sovyêtê qetîyaye û serbest bûye, Herêma Qerebagêye Otonom jî bi hesabhildana qanûndarîya Sovyêtê serbestî stendîye û ewê jî dikaribû qirara derheq statûsa xweda qebûlkira û serbestîya xwe elam bikira.
“Wî çaxî dijî Qerebagê opêrasîyonên leşkerî destpê bûn.Gund, bajar, û cî û warên Qerbagêye mayîn dihatine bombekirinê û mecala meriva tune bû nêzîkî du sala malên xweda bimana.Wî çaxî tu hêzeke navnetewî ew şer nedida sekinandinê.Cimeta Qerebagê jî hêzên xweparastinê sazkir û nava encamê opêrasîyonên xweparastinêda ew bombekirin û topbarankirin ji malên xwe dûr xistin”,- serekwezîr şirove kirîye.
Ewî usa jî gotîye, wekî hetanî niha tu kesî serbestîya Qerebagê nas nekirîye, bo wê yekê jî cimeta Qerebagê û cimeta ermenî şerkarîya xwe berdewam dike, bona ku cimeta Qerebagê mafê xweqirarbûnê bide xebatê û mecala wê yekê bistîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button