Sereke

Serpêhatîya nîşangirekê

Gilî derheqa keçekêdane, ya ku niha leşkere û tevî vî şerê Arsaxê dibe. Ew nîşangira eskerê ermenîye.
-Ez dijî wê ykê bûme, lê ewê gura min nekir.Îşê leşkerîyê ew gelekî hiz dike. Ez lê dinihêrim û dibêjim ku tu gerekê kur bûyayî, ne ku keç.
Xanim Alla hinekî bi hizkirina dayîkê, hinekî jî çawa dayîka leşker bi firnaxbûn derheqa keça xweda dibje.
Lûsînêya bi bedena xweva biçûk û mêrxas, pêşekî başqe naxweze.
-Min dixwest ku ew bibûya doxtir, lê ewê ew îş hiz nekir.
Dewsa kincên keçaye her roje, ewê kincên leşkerî hilbijart.Zarotîyêda ewê ew yek bijartîye. Kincên leşkerîye berk, bedewîya wêye kulfet dide kifşê.
-Tê bîra min, ew dihate malê digot, dayê, min lêxistîye, ez ji ser vê bilindayê banzdame, ez jî şa dibûm, lê hetanî niha ez wê yekêra qayîl nabim.
Roja îroyîn Lûsînê li pêşenîya Arsaxê tevî xwîşk û birayên xweye leşker serkeftina bi sirê çê dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button