Sereke

Parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv ji sûka Stêpanakêrtêye bombekirî bi vîdêyoyê berbirî civaka navnetewî bûye /vîdêyo/

Ew dibêje, ku ew bi xwe kor e, lê bi dayîna destê xwe dibîne, lê civaka navnetewî kor nîne, lê nabîne.
Parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv ji sûka Stêpanakêrtêye bombekirî bi vîdêyoyê berbirî civaka navnetewî bûye. Parêzer di navber avahîyên wêrankirîda sekinîye û bi zimanê înglîzî derheqa xirabkarîya Adirbêcanêye bi sirêda gilî dike.Ew dibêje, wekî îro Stêpanakêrt topbaran kirine, ew jî hema piştî wê yekê, dema ku li Jnêvê wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der pevketibûn ku cîhwarên binelîyên edil nekine hedef.
“Sûk ji merkezên leşkerî gelekî dûr e, merkeza bajêrdan e. Rûê vê bombekirinêda gelek dikan hatine wêrankirinê û zyana matêrîyalîye mezin heye”,- Bêglaryan dibêje.
Xêncî sûkê, îro usa jî gundên nehîyên Stêpanakêrtê, Şûşîyê, Martûnîyê, Martakêrtê û cerge gundên mayîn topbaran kirine.Rûyê topbarankirinêda li gundê Martûnîêyî Hêrhêrê binelîyê 59 salî hatîye kuştinê. Bi gotina Bêglaryan, ev yek dide kifşê, wekî Adirbêcan xirabkarîyên xweye hindava binelîyên Arsaxêye edil berdewam dike, bi zanebûn cîhwarên sîvîl dike hedef bi wê armancê ku krîzîsa hûmanîtarî li Arsaxê sazke.
“Ez korim, lê encamên vî hemû tiştî dibînim, dema ku ez destê xwe didime dor-bera.Ez korim, lê ez dişuxulim. Civaka navnetewî kor nîne, lê naşuxule. Civaka navnetewî hemû tiştî bêyî destdayîn, bi çevên xwe dibîne, lê ew gavên rast navêje, bo wê yekê jî xirabkarîyên vî cûreyî ji alîyê Adirbêcanê, Tirkîyayê û têrorîstada berdewam dibin”,-Bêglaryan dibêje û bangî civaka navnetewî dike, ku ew xeberdin û kar bikin, kor nîbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button