Sereke

Pûtîn hêvîdar e wekî nava pirsa Qerebagêda wê helkirina razîkirinê bona hemû alîya bibîne

Bi têma dew-doza Qerebagê, Rûsîya her dem tevî Ermenîstîanê û Adirbêcanê nava pêwendîyadane û hêvîdare wekî wê li hev bê, bighîjine feydayên usa, kîjan wê hemûya razîkin. Derheqa wê yekêda serokê Fêdêrasîya Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn wextê vîdêokonfêransa wekîlên ayîna dîn, gotîye.
Pûtîn daye dîyarkirinê wekî alîyê rûsa hemû tiştî dike û wê bike çi ku wêva girêdaîye bona ku pirsgirêka Qerebagê bê helkirinê.
“Çi jî hebe, em tevî serokên him Ermenîstanê, him jî Adirbêcanê nava pêwendîyadanin.Ez hêvîdarim,wekî wê mera li hev bê bighîjine feydayê usa yê ku wê bona hemû binelîyên rêgîyonê yê razîkirinêbe”,- serokê Fêdêrasîya Rûsîyayê gotîye.
Bi fikira serokê Rûsîyayê halê li Qerebagê dikarin bi rêya edil, bêyî şêr, helkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button