Sereke

Arsrûn Hovhannîsyan dijmin ra dojeyê soz dide

Duh, nava temamîya rojêda,komên Adirbêcanêye dîvêrsîyon, nava kîjanada çekdarên kirêkirî, têrorîst hebûne, li alîyê Arsaxêyî bakûr cêribandine bi çend alîyava êrîşa mîyaser bikin. Derheqa wê yekêda wekîlê wezîreta Ermenîstanêyî parastinê Arsrûn Hovhannîsyan gotîye.
” Ew mêşe, gelî, ew cîhên ku ew nav dikin ku buhustek maye bo ku bighîjine paytextê Arsaxê, wê bona wana bibine doje”,- Hovhannîsyan gotîye.
Şer usa jî li alîyê başûr qewimîye, bi dirêjaya çemê Vorotanê.Li wî alî, çawa ku Hovhanîsyan gotîye, komeke dijmin cêribandîye bi têknîka zirihkirî êrîşê mîyaserke, lê du-sê heb têknîka zirihkirî unda kirine û paşda hatine avîtinê.Wekîlê wezîretê usa jî gotîye,wekî nava şêrda hêzên hewêye negelek, usa jî artîlêrîya hindik tê xebitandinê.
Lê li wan beşa, li kîderê cêribandina êrîşê tê mîyaserkirinê, sixbûna agir carina bilind dibe”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button