Sereke

Bajarekî Îtalîyayê jî serbestîya Arsaxê nas kir

Şêwira Karbonîyanoyê, ya nehîya Îtalîyayêye Larsîyoyê serbestîya Arsaxê nas kirîye.Derheqa wê yekêda baylozxana Ermenîstanêye li Îtalîyayê rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.
“Em spasîyê elamî Karbonîyanoyê dikin bona parastina qîmetîyên tomerî”,- rûpelê baylozxanêyî fermîda hatîye nivîsarê.
Em bêjin, wekî pêşîya wê yekê eyan bû, wekî nehîya Îtalîyayêye Lombardîyayê jî serbestîya Komara Arsaxê nas kirîye, merkeza kîjanê bajarê Mîlanê ye, yê ku sirîya xweda serbestîya Arsaxê îdî nas kirîye.
Hê pêşda serbestîya Arsaxê ştatên amêrîkîye Kalîfornîyayê, Masaçûsêtsê, Havayê, Mîçîganê, Corcîyayê û Rod Aylêndê, nehîya Avstralîyayêye Wêlsa Bakûr, şêwira welatê Îspanîyayêyî Baska, Osîya Başûr, Abxazîyayê, Komara Moldovayêye Rexdnêstrê nas kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button