Sereke

Berevkirina îmza bona ku Mêhrîban Elîyêva ji qulixa bayloza YÛNÊSKO-ê bê derxistinê

Şuxulkarên kûltûrayê û zanistîyêye nav û deng, yên ermenî û bîyanî, îmzeberevkirin destpê kirine ku cîgira serokê Adrbêcanê Mêhrîban Elîyêvayê ji qulixa bayloza YÛNÊSKO-ye sidqê qenc bidine derxistinê.
Derheqa wê yekêda malpera xweye fêysbûkêda artîsta Kanadayêye ermenî Arsînê Xancyanê nivîsîye.

Berevkirina îmza malpera Change.org -da hatiye cîhwarkirinê, tevî kîjanê usa jî nama vekirî bona serokê YÛNÊSKO-yî sereke Odrî Azûlêî heye.
“Em texmîn dikin, wekî cîgira seroke Adrbêcanê Mêhrîban Elîêva, ya ku endama rêjîma here qirêj û zordar e wedê niha ye, gerekê çawa bayloza sidqê qence nava YÛNÊSKO-da çawa sîyasetmendar nemîne, ya ku cabdarîya mafên mêriv hildide li ser xwe, ya ku dijî ermenîya sîyasîya hiznekirinê mîyaser dike, usa jî bona dijî ermenîya ji alîyê serkarîya Adirbêcanêda mîyaserkirina gelek xrabkarîyên leşkerî”,- nava namêda hatîye gotinê.
Xudanên nama vekirî elametîya cîgira serokê Adirbêcanê anîne bîrê, wekî helkirina pirsa Qerebaga Çîya tenê bi rîya leşkerî dikare bê mîyaserkirinê, lê hevraxeberdanên 3O-î sale bêfayde bûne.
Nava nama ser navê serokê YÛNÊKSKO-ê usa jî derheqa hedefkirina merkezên Şûşîyê û Stêpanakêrtêye ruhanî, çandî û sîstêmên sîvîl da dane dîyarkirinê, rûyê çi da gelek cîh wêran bûne û  meriv hatine kuştinê.
Bin nama vekirîda kînorêjîsîor Atom Êgoyan, dengbêj Sêrj Tankyan, artîsta Kanadayê Arsînê Xancyanê, cêrge şuxulkarên civakî û çandî, serkarên cêrge îdarên perwerdê, professor, îmzên xwe danîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button