Sereke

Yektîya Avropayê dikare dijî Tirkîyayê sanksîya bide xebatê heger li Qerebagê qewilên sekinandina şêr Tirkîya bide teribandinê

Tirkîya gerekê îmzekirina elametîya serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Adirbêcanê Îlham Elîêve derheqa sekinandina şêrda qebûlke. Heger usa nîbe Yektîya Avropayê dikare sanksîyayê zêde dijî Tirkîyayê bide xebatê. Derheqa wê yekêda wezîrê Fransîyayêyî karên der Jan Îv Li Dryan wextê axaftina xweye li parlamênta Fransîyayê gotîye.
“Em wê yekê girîng hesab dikin wekî Tirkîya agirbesta qayîlkirî bi temamî xweyke, çimkî heger usa nîbe dijî Tirkîyayê dikarin sanksîya bidine xebatê”,-wezîrê Fransîyayê gotîye, wextê ku ewî bersiva pirsa parlamêntvan, ya derheqa hukumê Tirkîyayêyî li ser bûyarên li Qerebagê, daye.Wezîrê Fransîyayêyî karên der daye zelalkirinê, wekî meha kanûnê welatên Yektîya Avropayê wê civîna bi sirê derbiazkin, wextê kîjanê wê tabîya Tirkîyayêye agrêsîv jî bê gotûbêjkirinê.
“Hê pêşda, 27 welatên Yektîya Avropayê îdî qirar kirine ku heger Tirkîya tabîya xwe neguhêre, wî çaxî dijî wê wê mecalên anegor bêne xebitandinê û ew cûre îdî li ser sivirêne”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button