Sereke

Paşînyan gotîye, wekî nava xalên elametîya tevayîda hewcetîya şirovekirina heye

Paşînyan gotîye, wekî nava xalên elametîya tevayîda hewcetîya şirovekirina heye.Çawa ku Armênprêssê ragîhandîye, derheqa wê yekêda Paşînyan wextê weşana 16-ê mijdarê gotîye, wextê ku ewî bersiva wê pirsê daye, ku bona çi tevî hêzên sîyasî dîyalog derbaz nabe, yên ku dibêjin, ku cûrên başkirina dokûmêntêye mayîn jî hene.
“Min pêşnîyara wî cûreyî ji alîyê tu qewateke sîyasî nestendîye, ku meriv çawa dikare dokûmêntê bide başkirinê. Bi guhartina xalên dokûmêntê wê bide kifşê, ku halê leşkerî bidine guhartinê, lê ew yek îro pirsa rast nîne. Çi ku derheqa şuxulkarîya hevraxeberdanadane, nava wê dokûmêntêda hene tişt yên ku hewcê şirovekirinane.Wextê wan şrovekirina, hemû fikir û pêşnîyar gerekê bêne pêşdakişandinê û pêşnîyarên here baş emê bicêribînin mîyaserkin”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button