Sereke
Statûsa Qerebagêye dawî hê qirarkirî nîne: Pûtîn
Serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn elam kirîye,wekî statûsa Qerebagêye dawî hê qirarkirî nîne, Moskva statûs-kivoyê xweyî dike.Derheqa wê yekêda wextê qisa tevî têlêvîzîyona “Rossîya-24”-ê Vladîmîr Pûtîn gotîye.
“Em pevketine, ku statûs-kivoyê xweyî dikin, lê çi ku pêşerojêda wê bibe, gerekê bê qirarkirinê.Ez difikirm, wekî heger qewilên milahîm bên sazkirinê, pêwendîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda bên dasekinandinê, nava wanda usa jî nava dereca cimetaye sosîyalîda, ewê usa jî qewila sazkin ku statûsa Qerebaga Çîya qirarkin”,-Pûtîn gotîye.
Bi gotina wî, pirsa statûsa Qerebagê serokên pêşerojê wê helkin.
Duh serokê Adirbêcanê Îlham Elîêv mecala statûsa Arsaxê înkar kiribû.