Sereke

Elametîya wezîreta Ermenîstanêye karên der girêdayî qebûlkirina wê rêzolyûsîyayê ra, ya ku Sênata Fransîyayê qebûl kirîye

Wezîreta Ermenîstanêye karên der elametî belav kirîye, girêdayî wê rêzolyûsîyayê ra, ya ku Sênata Fransîyayê qebûl kirîye û ew derheqa naskirina serbestîya Arsaxêda ye.
“Hinek wext pêşda, Sênata Fransîyayê qirara dîrokî qebûl kirîye û daye dîyarkirinê, wekî anegorî wê qirarê, naskirina serbestîya Qerebagê pêwîst e. Rêzolyûsîya ji alîyê pênc fraksîyayên Sênatêda hatibû raberkirinê. Tevî çend xalên mayîn, usa jî pêşnîyar tê kirinê, ku hukumata Fransîyayê serbestîya Komara Qerebaga Çîya nas bike.
Nava rêzolyûsîyaêda agrêsîya Adirbêcanêye bi piştgirîya Tirkîyayê û kirêkirîyên bîyanî tê gunehkarkirnê û dew tê kirinê ku têrîtorîyayên ku nava encamên opêrsîyona da hatine dagirkirinê, ji eskerên azêrîya bên azakirinê.
Dew ji hukumatê tê kirinê, ku hemû cedandina bidine xebatê ku nava doranên hemsedirtîya koma Mînskêda şuxukarî bê destpêkirinê, ya ku wê dasekinandina sînorên ji sala 1994-da îzbatbûyî bide çareserkirinê, bêqezîyabûn û paşdahatina binelîyên ermenî bê çareserkirinê, usa jî mîrasa çanda ermenî û ruhanî gerekê bê parastinê.
Rêzolyûsîyayêda derheqa qetilkirinên ji alîyê seroketîya Adirbêcanêda mîyaserkirî, yên li Sûmgayîtê, Kîrovabadê, Bekûyê û Maragayê hatîye gotinê, û hatîye dîyarkirinê wekî derheqa wê yekêda nava raportên komîsîya avropî û komîtêya Organîzeya Netewên Yekbûyîye pirsên dîskrîmînasîyayê hatîye gotinê, bo wê yekê jî hatîye dîyarkirinê, wekî binelîyên ermenî nikarin rûyê wê yekêda li Adirbêcanê bijîn”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button