Sereke

Avînyan dêlêgasîya Xaçê Sor qebûl kirîye:pirsên lez hatine gotûbêjkirinê

Cîgirê serekwezîrê Ermenstanê Tîgran Avînyan dêlêgasîya komîtêya Xaçê Sor, bi serkarîya Klêr Mêytroy qebûl kirîye, wextê kîjanê Klêr Mêytroyê xwetirê xwe xwestîye û wextê hevdîtinê serokê dêlêgasîyayêyî nû Tîyêr Rîboy raber kirîye.Xêncî wê yekê, xebatên Xaçê Sor bi hûrgilî hatine raberkirinê.Alîya pirsên derheqa şuxulkarîya pevguhartina dîla, xebatên gera merivên bê ser-berate undabûyî, gera cinyazên cangorîya gotûbêj kirine. Tîgran Avînyan piştgirîya Xaçê Sor û rola navçîgarîyê girîng hesab kirîye û daye dîyarkirinê ku ew şuxulkarî gerekê lez bêne mîyaserkirinê.Cîgirê serekwezîr gotîye,wekî alîyê ermenî guhdarîyê dide ser konvênsîyayên Jinêvê, û girêdayî wê yekê ra, derheqa nêzîkbûnên hindava dîlên leşkerîda daye dîyarkirinê.Tîgran Avînyan prînsîpên ji alîyê ermenîda pêşnîyarkirî û usa jî mêxanîzmên wan, yên bona pevguhartina dîla, raber kirîye. Xeberdan usa jî derheqa halê li Arsaxêyî hûmanîtarî da çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button