Sereke

Armanca min, Lavrov û Bîgan heye ku em xebata dora helkirina pirsgirêka Qerebagê berdewam bikin: Li Drîan

Armanca wezîrê Fransîayêyî karên der Jan Îv Li Drîan, hevalkarê wî yê rûs Sêrgêy Lavrov û cîhgirê katibê Ştatên Amêrîkayêyî Yekbûyî Stîvên Bîgan heye, ku xebatên dora helkirina pirsgirêka Qerebagê berdewam bikin. Derheqa vê yekêda, Li Drîan wextê civîna şêwira wezîra, ya Organîzeya Hevkarî û Bêqezyabûna Avropayê, ya ku li Tîranayê derbaz dibe, gotîye.
Ewî serda zêde kirîye, wekî Fransîya çawa hemsedira koma Mînskê, tevî hevalkarên xweye rûs û amêrîkî tevbûyên şuxulkarîya hevraxberdana ne û ew gerekê bona aşîtîya wededirêj helkirinê bibînin.
“Em piştgiîya armanca tomerî dikin, bo ku anegorî mandata Organîzeya Hevkarî û Bêqezyabûna Avropayê bighîjine qayîlîyê”,- Li Drîan gotîye.
Em bêjin, wekî wekîlên koma Mînskê îdî çend cara elam kirine, ku koma Mînskê gerekê li ser helkirina dew-dozê xebatê berdewam bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button