Sereke

Yêrêvan û Bekû şuxulkarîya pevguharina dîla berdewam dikin:wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der

Yêrêvan û Bekû şuxulkarîya pevguharina dîla berdewam dikin.Derheqa wê yekêda wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê wextê birîfîngê gotîye.
“Fermandarê aşîtîparêzên rûse li Qerebagê, gênêral-lêytênan Rûstam Mûradov bi hûrgilî derheqa pevguhartina dîlaye di navbera Bekûyê û Yêrêvanêda xeberdaye”,-Zaxarovayê gotîye.
Ewê daye dîyarkirinê,wekî anegorî elametîya nehê mijdarêye sêalî, ya serokên Rûsîyayê, Ermenîstanê, Adirbêcanê pevguhartina dîla anegorî prînsîpa “hemû dewsa hemîya” hatîye mîyaserkirinê.Pêşîya wê yekê aşîtîparêzên rûs tevî alîyê azêrîya û ermenîya xebatên hazirkirinê derbaz kirine. Bi teyara hêzên Rûsîyayêye leşkerî, 12 dîlên azêrî cîguhastî Adirbêcanê kirine û 44 dîlên ermenî ji Adirbêcanê paşda anîne Ermenîstanê.
“Ji alîyê xweda ez serda zêdekim,wekî şuxulkarîya pevguhartina dîla berdewam dibe”,-Zaxarovayê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button