Sereke

Nîkol Paşînyan li Moskvayê derheqa statûsa Arsaxêda xeberdaye

Li Moskvayê, wextê hevdîtina tevî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn û serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv, serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan derheqa statûsa Arsaxêda xeberdaye. Ewî pêşda razalixî elamî serokê Rûsîyayê kirîye.
“Birêz serok, bona cedandinên we, ez razalixîyê elam dikim, bi saya kîjana li herêmê bêqezîyabûn tê daseknandinê. Mixabin, dew-doza Qerebagê hê nehatîye helkirinê”,-Paşnyan piştî hevdîtinê, wextê birîfîngê gotîye. Bi gotina serekwezîr, şer hatîye sekinandinê, lê gelek pirsên girîng hê nehatine helkirinê.Ji wana yek jî statûsa Arsaxê ye. Bi gotina serekwezîrê Ermenîstanê, Ermenîstan hazir e nava dorana koma Mînskêda hevraxeberdanên dora pirsa Arsaxê berdewam bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button