Sereke

Pêşnîyar kirine ku bajarê Şûşîyê çawa paytexta çanda dinîya tirkî elamkin

Şêwira tirkî, ya teşkîleta navnetewîye çanda tirkî, pêşnîyar kirîye,wekî sala 2O22-a bajarê Şûşîyê çawa paytexta çanda dinîya tirkî elamkin.Bi pêşnîyara wî cûreyîva, wextê hevdîtina tevî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv, katibê teşkîletê Begdad Amrêyêv gotîye. “Em hersal payextê dinîya tirkî elam dikin. Ez pêşnîyar dikim,wekî sala 2O22-a bajarê Şûşîyê çawa paytexta dinîya tirkî elamkin. Ewê him bona dinîya tirkî, usa jî bona dinîya îslamî kemala bajarê Şûşîyê bide dîyarkirinê.Ez hêvîdarim wekî heya wî çaxî Şûşî wê bibe mînanî bajarê berê”,- ewî gotîye.Şêwira tirkî teşkîleta navnetewîye, dikevine nava kîjanê welatên tirkîaxif, meremê kîjana ewe ku hevkarîya piralî tevî hev bidine pêşxistinê. Dikevin nava wê şêwirê, Qazaxstan, Qirqizstan, Tirkîya û Ûzbêkîstan, lê Macaristan çawa dîtindar tevî wê dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button