Sereke

Şêwira Avropayê xirabkarîyên Adirbêcanêye şêr gunehkar kirîye û daye dîyarkirinê,wekî ew gerekê bê ceza nemînin: wezîreta Ermenîstanêye karên der

Ermenîstan wê yekê girîng hesab dike wekî parlamênta Avropayê ew yek gunehkar kirîye, ku ji alîyê Tirkîyayêda ji Sûrîyayê û ji cîhên mayîn têrorîstên bîyanî cîguhasî zona dew-doza Qerebagê kirine.Derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anna Nagdalyanê gotîye. Bi gotina wê, ji alîyê parlmênta Avropayêda gelek xalên girîng nava raport û rêzolysîyada hatine dîyarkirinê.
“Em wê yekê girîng hesab dikin wekî parlamênta Avropayê ne tenê xirabkarîyên şêr gunehkar kirin, lê usa jî da dîyarkirinê,wekî ew xirabkarî bê ceza nemînin.Em banga parlamênta Avropayêra qayîlin, ya ku daye dîyarkirinê,wekî Tirkîya gerekê tevî dew-doz Qerebagê nebe, piştgirîya leşkerî nede Adirbêcanê û ji kirinên xweye neçêkrinê paşda bisekine.Em cedandinên civaka navnetewî girîng hesab dikin, yên bi cûrê rêzolyûsîya û yên ku bona helkirina pirsgirêkê tên kirinê û bi wê yekê têra tê dîtinê ku pirsgirêk nava doranên hemsedrtîya koma Mînskêda bê helkirinê û statûsa Arsaxê jî li ser prînsîpên ji alîyê hemsedirada pêşnîyarkirî”,-Anna Nagdalyanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button