Sereke

Parlamênta Avropayê bangî Bekûyê û Yêrêvanê kirîye, ku xalên qayîlnivîsara sêalî mîyaserkin

Adirbêcan, Ermenîstan gerekê ji elametîya dûr bimînin, yên ku dîyaloga sîyasî diteribînin, bo wê yekê jî lazime lez xalên qayîlnivîsara sêalîye derheqa Arsaxêda mîyaserkin. Derheqa wê yekêda nava rêzolyûsîya parlamênta Avropayêda hatîye dîyarkirinê, ya ku li ser hîmê lênihêrandinên komîtêya dîtindarîyê hatîye hîmdanînê. Civînê rola Rûsîyayêye nava şuxulkarîya helkirina pirsgirêka Arsaxêda daye dîyarkirinê. Em bangî Bekûyê û Yêrêvanê dikin ku lez pirsên hûmanîtarîye nava elametîya 9-ê mijdarêda mîyaserkin”,-nava dokûmêntêda hatîye dîyarkirinê. Parlamênta Avropayê usa jî berbirî alîya bûye ku lez pevguhartina dîla destpêkin, qedirê mîrasa çandî bigrin û ji elametîyên cuda dûr bimînin, yên ku dijwarîya bona dîyaloga sîyasî pêşda tînin. Girêdayî teribandina mafên mêrivra, xemgînî hatîye elamkirinê û hîvîyêne wekî tiştên wî cûreyî wê bêne lênihêrandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button