Sereke

Telîmên tirka-azêrîyaye leşkerî: hazirîya bona şêr, yan hukumê pisîxolocî?

Gelo armanca telîmên tirka-azêrîyaye leşkerîye li Qersê çiî ye û ew dicêribînin kîjan pirsê helkin? Pêşezan difikirin,wekî armanca wan zelal e, ew telîm dijî Rûsîyayêne, bi wê yekêva tevayî armanca wan ew e, ku hukumê pisîxolocî li ser civaka ermenî bidine xebatê. Bi qîmetkirina pêşezana, qezîya şerê nû tiştê bûyînêye. Gundê Anîpêmzayê ji wan gundê Ermenîstanêye, yê ku bi dûaryê nêzîkî Qersêye. Muxtarê wî gundî Harûtyûn Tarlanyan daye dîyarkirinê,wekî dengên telîmên destpêkirî dighîjin gund. Raste, ew deng her dem nayêne bihîstinê, lê carina tên bihîstinê. Pêşezanê pirsên herêmê Karên Hovhannîsyan gotîye,wekî ev telîm berê ewlin dijî Rûsîyayêne, çimkî hêzên tirka-azêrîyaye tevayî dicêribînin li ser fona serkeftinê qewata xwe bidine kifşê, wekî li heremê ew esker yên herî şerkarin. Ji alîkî mayînva jî, pêşezan gotîye, wekî armanc usa jî ewe, ku hukumê pisîxolocî li ser binelîyên Ermenîstanê bihêlin. Tirkzan Rûbên Safrastyan jî difikire wekî telîmên li Qersê destpêbûyî berdewama hevkarîya tirka-azêrîyaye leşkerîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button