Sereke

Mecalên Adirbêcanêye prêssayê parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv nava propaganda dijî azêrîya gunehkar dikin û elametîyên wî feş dikin

Prêssa Adirbêcanê, ya ku bi sala ser hev propaganda dijî ermenîya û ya dijminatîyê mîyaser dike, parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv nava propaganda dijî azêrîya gunehkar dike û elametîyên parêzerê mafên mêriv feş dike.Nava wan elametîyada alîyê azêrîya Arman Tatoyan bêhurmet dikin û bi xebera dijminatîyêva pêşda tên. Derheqa wê yekêda ofîsa parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv elametî belav kirî ye.
Mecaleke Adirbêcanêye prêssayê înformasyoneke bi sirê belav kirî ye û mesele wa nivîsîye: “Welat, pêşeroja kîjanî aşîtîya tevî Adirbêcanêva girêdaî ye, bi cedandinên “Tatoyana” û piştgirên wî xwe nava hesara gumanbirîyêda xweyî dikin”. Şedetîyên parêzerê mafên mêrivî konkrêt ku tên belavkirinê, xeberên wekîlên serokatîyê, şuxulkarên sportê, kûltûrayê û civakî didine kifşê. Qîmetkirinên parêzerê mafên mêriv nava azêrîyada wê yekê pêşda tîne. Prêssa Adirbêcanê dijminatîya nû pêşda dikişîne, bêyî hesabhildana wan xirabkarîyên ku wana hindava meriva kirîye. Mesele vîdêyoyên ku azêrî pêşda belav kirine, ku çawa meriva dizêrînin, serên wan jê dikin û hema wan xebera jî pêra didine xebatê, çi ku wana bi sala ser hev belav kirine. Ev hemû şedetî parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv dişîne sîstêmên navnetewîra.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button