Sereke

Rastîya Qafqasîya Başûre gêopolîtkîye nû

Şerê Qerebagêyî dawî şikilê Qafqasîya Başûre gêopolîtîkî daye guhartinê. Gotûbêjkirina duh, ya Nîgar Gogksêl , Sêrgêy Markêdonov û Êldar Mamêdov pêşkêşî wê yekê kiribûn, derheqa kîjanêda “Denêg Amêrîkayê” daye dîyarkirinê.
Îro nava pêşdaçûyînên girîngda heleqetîyên du welatên mezin Rûsîyayê û Tirkîyayêne, kîjana Sêrgêy Markêdênovê şiroçî ji alîkîva qîmet dike çawa yên lehcê, lê ji alîkî mayînva jî yên hevkarîyê. Markêdonov mecala pevçûyîna di navbera Moskvayê û Enqerê hindikî nêzîkî rastîyê hesab dike, çimkî bi gotina wî, alî dikarin hevraqayîlnebûna rastkin. Bi gotina şiroçî, Rûsîya li ber du bijartina sekinîye. Ji alîkîva Moskva Enqerê çawa hevkara NATO-ê dibîne, kirinên kîjanê her dem nîne wekî berjewandîyên Ştatên Yekbûyîva tên girêdanê, lê ji alîkî mayînva jî kirinên Tirkîyayê her dem nîne ku dibin anegorî berjewandîyên Moskvayê. Markêdonov daye dîyarkirinê, wekî heleqetîyên Tirkîyayê û Rûsîyayê tenê bi Qafqasîyayêva nayêne sînorkirinê. Nava wan pirsada hene usa jî pirsên Rojhilata Navîn, Afrîka Bakûr, Ûkraîna, Qrîm. Bi gotina Markêdonov, wextê dew-doza Qerebagê, Rûsîyayê qirar kir himberî Tirkîyayê balansa di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanê xweyîke.
Bi fikira serokê bernama Tirkîyayêye koma navnetewîye krîzîsê, Nîgar Gogksêl, Tirkîya li vê rêgîyonê faktora hukumê Rûsîyayê hesab hildide. Ew li ser wê fikirê nîne, wekî rola tirkaye aktîv nava şerê Qerebagêda li ser hîmê îdêolojîyê yan jî êtnîkîye. Bi gotina wî, Enqere anegorî berjewandîyên xwe pêşda diçû. Tirkîyayê zûva dixwest rîya nava Ermenîstanêra veke berbi Rûsîyayê, Adirbêcanê û Asîya Navîn. Bi piştgirîya Adirbêcanê, Êrdogan bi meremê helkirina pirsên sîasîye hundur pêşda hat. Êldar Mamêdovê şiroçî jî derheqa rola Îranêye li rêgîyonê xeberdaye û gotîye wekî hetanî şerê dawî statûs-kivo bona Îranê kardar bû.Kontrola Qerebagê û nehîyên dor-beraye ji alîyê ermenîyada, Bekû Têhranêva dida girêdanê, girêdayî rîya Nexçêvanê û Tirkîyayêra. Îran xemgîne wekî rola wê li Qafqasîya Başûr kêm dibe , çimkî Tirkîya û Îsrayêl aktîv dibin.Îran bona bêqezîyabûna sînorên xweye bakûr hewaskare, girêdayî miletçîya azêrîyara û usa jî faktorên Îsrayêlê û Tirkîyayêra. Şiroçîya daye dîyarkirinê, wekî rola Yektîya Avropayê û Ştatên Yebûyî li Qafqasîya Başûr nava salên dawîda kêm bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button