Sereke

Paşînyan: serokatîya Ermenîstanê hêvîdare, ku nava pirsa hilbijartinên parlamêntîyêye ji sirêder wê tevî opozîsayê berbi konsênsûsê here

Serokatîya Ermenîstanê hêvîdare, ku wê nava pirsa hilbijartinên parlamêntîyêye ji sirêder wê tevî opozîsîyayê berbi konsênsûsê here. Derheqa wê yekêda wextê civîna parlamêntê Nîkol Paşînyanê serekwezîr, wextê dayîna bersiva Arman Babacanyanê parlamêntvan, gotîye. Ewî gotîye, wekî ew hilbijartina çawa mecala dasekinandina aşîtîya civakî dibînin. “Hilbijartin mêxanîzma helkirina wê pirsêne”,-Paşînyan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî hêzên sîyasî, nava wanda usa jî serokatî gerekê garantîyayê bidin, wekî hilbijaritinên aza, zelal û çawa yên heq derbazbin.Paşînyan têra dibîne wekî nava rojên nêzîkda ewê bi wê pirsêva rastî wekîlên opozîsîyayê bê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button